TR KU SO
FB X
Cîhan

Li kargeha petrokîmya ya Baskurdistanê teqîn

Hevi Turan
Nivîskar
📅 19 tebax 2024 22:03

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku îro danê êvarê li herêma Başkurdistan a Rûsyayê di kargeheke petrokîmyayê de teqînek çêbû.

Li gorî zanyariyan, teqîn di xeta boriyê ya kargeha petrokîmya ya Sterlitamak a herêma Başkurdistanê çêbûye û di encamê de 3 kes birîndar bûne.

Li kargeha petrokîmya ya têqîn lê çêbûye, hilberîna berhemên sotemeniya jetan û benzînê tê kirin ku dikeve 500 kîlometre rojavayê Moskowê.

Derbarê sedema teqînê de ti agahiyek nehatiye belavkirin.

Parve bike: