TR KU SO
FB X
Cîhan

Li Misirê 241 kes ketin lîsta terorê

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 04 tîrmeh 2018 22:47

PeyamaKurd- Li welatê Misrê 241 kes bi sedema ku endamên rêxistina DEAŞê ne û tevli tevgerên şiddetê bûne, navên wan kete nava lîsta terorê.

Li gor belavkirina rojnama fermî ya Misrê; Dadgeha cezayê ya Qahîrê, bi sedema ku endamên “Wîlayeta Sîna”yê yên DEAŞê ne û êrîş birine ser hêzên asayîşê yên bakûrê Sînayê an alîkariya terorê kirine, 241 kes bo 5 salan xiste lîsta terorê.

Gumanbar bi sûcên ku êrîş kirine ser rêxistinan, êrîş birine ser polîs û hêzên asayîşê û tevli bûyerên terorê bûne, hatin tewanbarkirin.

Herkes dikare di nava 60 rojan de îtîrazê li biryarê bike biryarê temyîz bike.

Parve bike: