Li Pakistanê hozên Sunî û Sîa pev çûn: 25 kes mirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li eyaleta Xeyber Patunxwayê ya Pakistanê, di pevçûnên di navbera hozên Sunî û Şîa de herî kêm 25 kes hatine kuştin.
Di 20ê Îlonê de li eyaleta Xeyber Patunxwayê ya Pakistanê, di navbera hozên Sunî û Şî de pevçûn destpê kiribûn.
Berdevkê Eyaleta Xeyber Patunxwayê Saîf Elî di daxuyaniya xwe ya di derbarê pevçûnan de ragihand ku hewlên rawestandina pevçûnan didomin, lê belê heta niha ew negihîştine encamekê û ji ber wê yekê pevçûn didomin..
Saîf Elî destnîşan kir ku ji bo aloziya li herêmê bê kêmkirin û lihevnekirinek pêk bê rayedarên hikûmetê û pêşengên civakî yên Eyaleta Xeyber Patunxwayê di nav hewldanan de ne.
Saîf Elî her wiha da zanîn ku di pevçûnan de herî kêm 25 kes hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.