Cîhan
Li Stenbolê metrobus li hev qelibîn: Kesek mir, 35 birîndar!
PeyamaKurd – Li Stenbolê di saetên herî qelebalix ên sibehê de 2 metrobus li hev qelibîn. Gelek birîndar hene. Li gorî agahiyên destpêkê 2 jê giran 1 kes mirin û 35 kes jî birîndar bûn.
Li Kuçukçekmece Sefakoya Stenbolê 2 metrobus li hev qelibîn. Di encama qezayê de gelek kes birîndar bûn.
Ekîbên agirkujiyê, polîsan û tenduristiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin.
Kesek mir
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin di qezayê de kesekî ku bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest da. Tedawiya 2 jê giran 35 kes li nexweşxaneyan berdewam dikin.
Ji ber qezayê li ser rêya metrobusê ji her du aliyan ve tu xizmet nayê kirin.