TR KU SO
FB X
Cîhan

Macron: Ez ê bi Rusyayê re biaxivim

Ruken güler
Nivîskar
📅 29 rêbendan 2023 23:00

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ji Koşka Elyesseyê hatin ragihandin, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron eşkere kir ku ew ê axaftina xwe ya bi rayedarên Rusyayê re berdewam bike.

Li gorî nûçeya qenala BFMTV ya Fransî, Emmanuel Macron, di resepsiyona ku duh bi boneya sersalê li Qesra Elyseeyê hat lidarxistin de li ser şerê navbera Rusya û Ukraynayê daxuyanî da.

Hat diyarkirin ku Macron di daxuyaniya xwed e got, "Carên din hinekan rexne li min kirin ku ez bi Rusyayê re axivîm û ez ê bi Rusyayê re biaxivim.”

 Emmanuel Macron, di dewama axaftina xwe de bal kişand ser pêwendiyên ligel Çînê jî û got,

“Heger em çavên xwe ji vî şerê emperyalîst re bigirin, kî dikare nîzameke navneteweyî ya azad û bi îstîkrar biparêze?" Her kes ji vê pergalê berpirsiyar e.”

Parve bike: