TR KU SO
FB X
Cîhan

McGurk: Hevdîtina Barzanî û Abadî gaveke erênî ye!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 31 tîrmeh 2018 15:54

PeyamaKurd- Duh Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Haydar Abadî li paytextê Iraqê li Bexdayê hevdîtinek pêk anîbûn. Nûnerê Serokê Amerîkayê yê ji bo têkoşîna li dijî IŞÎDê Brett McGurk li ser hevdîtina her du serokwezîran axivî û got ku ji bo hevkariya aborî û ewlehiyê gaveke girîng e.”

Brett McGurk ji bo hevdîtina Serokwezîr Barzanî û Abadî li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û wiha dewam kir: “Ev hevdîtin di çavçoveya makezagona Iraqê de, ji bo ku hevkariya aborî û ewlehiyê bi pêş de here, gaveke girîng e.”

Parve bike: