TR KU SO
FB X
Cîhan

Moon jî besdarî civîna Trump-Kim dibe

📅 28 gulan 2018 23:24


PeyamaKurd - Hat ragihandin, dibe ku Serokê Dewleta Koreya Başûr Moon Jae-in jî beşdarî zîrweya muhtemel a di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Koreya Bakur Kim Jong-un da bibe.

Li gorî nûçeya Yonhapê, peywirdarekî ji Serokatiya Dewleta Koreya Başûr diyar kir, dibe ku Moon jî beşdarî zîrweya ku tê plankirin di 12ê hezîranê da di navbera Trump û Kim da were kirin, bibe.

Rayedaran destnîşan kir ku hevdîtin û xebatên beriya zîrweyê dewam dikin û herwiha li gorî encamên hevdîtinan wê eşkere bibe ku gelo Moon wê beşdar bibe yan na.

Di hevdîtina Moon û Kim da, ku 27ê nîsanê li Gundê Agirbestê Panmunjomê hatibûn cem hev, hatibû pêşniyazkirin ku ev zîrweya sêalî were kirin.

Trump hefteya borî ji Serokê Dewleta Koreya Bakur Kim Jong-un ra nameyek hinartibû û tê da destnîşan kiribû ku ji ber daxuyaniyên wî yên dawîn ên "hêrs û neyartiya eşkere" ew ê beşdarî zîrweya ku hatibû plankirin di 12ê hezîranê da li Sîngapûrê were kirin, nebe.

Paşê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Koreya Bakur Kim Kye-gwan diyar kiribû, digel ku Trump zîrwe betal kir, lêbelê deriyê wan ji wê yekê ra vekirî ye ku bi Amerîkayê ra rûnin û hevdîtinan bikin.

Trump jî herwiha ragihandibû ku ji bo wî hê jî pêkan e ku di zîrweyekê da ligel Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un rûnê û herwiha pêkan e ku dîroka wê cardin bibe 12ê hezîranê.

Heyeteke Amerîkayê ji bo civîna muhtemel a di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Dewleta Koreya Bakur Kim Jong-un da duh çûbû Koreya Bakur û li gundê Panmunjomê dest bi hevdîtinan kiribû.

Parve bike: