TR KU SO
FB X
Cîhan

Nabe kesên di bin 20 salan de be, derên derve

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 04 nîsan 2020 01:12

PeyamaKurd- Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan derket ber çapemeniya Tirkiyê û ragihand ku li Tirkiyê maske, kîtên testê, alavên paqijiyê û hemû alavên din yên ku di têkoşîna li dijî koronavîrusê de tên bikaranîn, hilberîna wan li Tirkiyê çêdibe. Erdoğan bo berlêgirtina koronavîrusê ragihand ku divê hinek şîretên hatine kirin, bibin weka ferman û xelk bicîh bîne. Erdoğan weha got:

“-Em hinek gavên din jî bo berlêgirtina koronavîrusê zêde dikin. Em 30 bajarên mezin û Zonguldak a ku nexweşîna pişikê lê zêde ye, bo çûnûhatina erebeyan qedexe dikin.

-Weka çawa kesên di ser 65 salan de nikarin derên derve, her weha wê yên di bin 20 salan de jî dernên derve.

-Li ciyên bazaran û marketan maske danîn mecbûriye.

-Kesên ku van fermanan bicîh neyne, wê cezayên edlî û îdarî bidin wan.

-Bila xelk qelebalixê neke û zêde nê cem hev. Bila di navbera herkesî de 3 gav hebin.

Parve bike: