TR KU SO
FB X
Cîhan

Netanyahû: Ajanên me serdana Îranê dikin

Salih Turan
Nivîskar
📅 17 berfanbar 2018 19:57

PeyamaKurd - Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahû ragihand ku ajanên Îsraîlê car caran ji bo kontrolkirina bernameya nukleerî diçin Îranê.

Netanyahû di civîna dîplomatkarên Îsraîlî de diyar kir ku operasyonên Îsraîlê û hewlên wan ên ji bo rêgiriya bernameya nukleerî ya Îranê berdewam dikin û got, "Ji bo em bizanin çi diqewime li wir, car caran em serdana Îranê dikin.”

Netanyahû beriya niha di daxuyaniyeke xwe de gotibû ku îstixbarata Îsraîlê 183 CDyên ji 55 hezar belgeyên Îranê yên derbarê bernameya nukleerî de pêk tên, bi dest xistine.

Parve bike: