TR KU SO
FB X
Cîhan

Nîjerya: 121 endamên Boko Haram û ISWAP ê hatin kustin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 11 adar 2022 05:05

PeyamaKurd – Cîgirê wezîrê bergiriyê yê Nîjeryayê Bernard Onyeuko ragihand ku li eyaleta Bornoyê ji bo ser endamên Boko Haramê û ISWAP ê operasyonan kirine û di nav 2 hefteyan de 121 endamên wan kuştine.

Di operasyonan de gelek endamên her dû rêxistinan birîndar reviyane, 22 motorsîklet, 47 sîlih û muhîmmatên wan xistine dest. Endamên her dû rêxistinan li gelek deveran teslîm dibin.

Li aliyê dinê parêzgerê Bornoyê Babagana Zulum ragihandiye ku heya niha li eyaletê 35 hezar endamên her dû rêxistinan teslîm bûne.

Parve bike: