TR KU SO
FB X
Cîhan

Rusya û NY, li ser peymana dexil û dan dicivin

Ruken güler
Nivîskar
📅 21 berfanbar 2022 19:30

PeyamaKurd- Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Verşinin ragihand ku ew ê sibê bi nûnerên Neteweyên Yekbûyî (NY) re li ser peymana genim, civîneke onlie li dar bixin.

Verşinin di der barê peymana sewqiyata genim a di navbera Tirkiye, Ukrayna, Rusya û Neteweyên Yekbûyî de ji çapemeniya Rusyayê re axivî û da zanîn ku sibê dê bi awayê online civîneke nirxandinê were lidarxistin.

Verşinin got, "Sibe konferansa me ya bi video heye. Piştre em ê rû bi rû bicivin. Bi îhtîmaleke mezin dê di meha çileyê de hevdîtinên rû bi rû bên kirin.

Alîkarê wezîr da zanîn ku Sekretera Giştî ya Konferansa Bazirganî û Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (UNCTAD) Rebeca Grynspan û Alîkarê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî yê Karên Mirovî Martin Griffiths jî dê beşdarî civînê bibin û got,

"Bê guman em ê hûrgiliyên peymanê û pêvajoya xebata wê binirxînin. Em ê zorê bidin nûnerên Neteweyên Yekbûyî ku bi enerjî û bikêrhatî kar bikin. Pêwîst e NY berpirsiyariyên xwe yên di vê peymanê de di derbarê gihandina berhemên çandiniyê yên Rusyayê de bê asteng pêk bîne da ku ber bi bazarên cîhanê ve biçe."

Parve bike: