TR KU SO
FB X
Cîhan

Rûsyayê derbeke dî jî li Îranê xist!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2018 14:10

PeyamaKurd- Şirketa Rûsyayê ya neftê ya mezin Lukoilê jî pêwendî û bazarên xwe yên bi Îranê re bi dawî dike.

Rêvebirê Şirketa Rûsyayê ya neftê Lukoilê Vagit Alekperov got ku ji ber dorpêça Amerîkayê ya li ser Îranê, em naxwazin rîskeke mezin bistînin. Ji ber vê yekê jî em hemî ticareta xwe ya bi Îranê re didine sekinandin.

Rêvebirê Şirketa Rûsyayê ya neftê Lukoilê Vagit Alekperov li paytextê Rûsyayê li Moskowê, li ser dorpêça Amerîkayê ya li ser Îranê axivî û nêrînên xwe parve kirin.

Alekperov wiha dewam kir: “Em li ser vê mijarê gelekî disekinin, me pir lêkolîn kirin. Ji bo ku rewş zelal bibe, em li benda meha Mijdarê ne. Lukoil, şirketeke navnetewî ye. Rîskên dorpêçê pir mezin in. Niha me standina neftê ya ji Îranê daye sekinandin.

Lukoil, şirketeke neftê ya mezin e û ji %2 hilberîna neftê ya di dinyayê de ew dike.

Parve bike: