Cîhan
Sîrketa McKinsey dê 573 mîlyon dolar tazmînat bide
PeyamaKurd – Şîrketa şêwirmendiyê ya cîhanî ya Amerîkayê McKinsey&Company bi sedema dermanên rê li ber mubtelatiya maddeyên hişbiriyê vedikin firotiye û rola wê tê de heye, qebûl kir ku 573 mîlyon dolar tazmînatê bide.
McKinsey di ragihandina xwe de got ku li ser têkiliyên wan bi hilberînerên afyonê re heye, di derbarê şîrketê de lêpirsîn hatibû destpêkirin, bi 49 dozgerên eyaletan re lihev kirine. Tazmînata ku bidin wê piraniya wan pereyan bo tedawî û rehabilitasyona nexweşên girêdayê maddeyên hişber de bê xerckirin.
Ji sala 2000 an û heya niha di nava 10 salî de ji ber demanên weha 500 hezar nexweş can dane.