Cîhan
Siûdî | Prens Faysal di bin çavan de ye
PeyamaKurd – Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW) ragihand ku Prens Faysalê ji malbata qralîyeta Erebistana Siûdî ji 27ê Adarê ve hatiye binçavkirin û heta niha ti agahiyek jê nîne. Prens Faysal bîn Ebdulezîz birayê Prensê Welîeh Mihemed Selman bîn Ebdulezîz e ku deshilatdarî niha di destê wî de ye.
Li gorî HRWê rêveberiya Riyadê pêwendiya Prens Faysal bi derve re qut kiriye û derheqê binçavkirina wî de jî red dike agahiyan bide.
Beriya niha jî bi qasî 300 rêveber û berpirsên bilind ên Siûdîyê ji malbata qralîyetê hatibûn binçavkirin û piştre hejmarek ji wan hatibûn berdan.
Lê belê li gorî zanyariyarên HRWê Prens Faysal hîn nehatiye berdan û ji ber nexweşîya dil metirsî li ser jiyana wî heye.