TR KU SO
FB X
Cîhan

Sûriye: Em Rêveberiya Xweser bi tevahî red dikin

📅 15 sibat 2020 18:00

PeyamaKurd -  Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel el Miqdad, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojavayê Sûriyê tehdîd kir û ragihand, “Em Rêveberiya Xweser bi tevahî red dikin.”

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel El-Miqdad, derbarê Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.

Mîqdat di wê daxuyaniya xwe de got: “Gelê Kurd ne pêkhateyeke cuda ye ji gelê Sûriyê” û îdîa kir, “Amerîka, Siyonîzm hewil didin wan ji hev cuda bikin.”

Cîgirê Wezîrê Derve yê Sûriyê Miqdad herwiha got, “Em Rêveberiya Xweser bi tevahî red dikin.”

Parve bike: