Taylandê esrarê dîsa qedexe kir
PeyamaKurd - Taylandê ragihand ku ew ê heta dawiya îsal esrarê ji nû ve têxe lîsta bûjenên tîryakê yên qedexe.
Hikûmeta Taylandê du sal berê çandinî û firotina esrarê wek yasayî serbest kiribû.
Taylanda ku bi raboriya xwe, bi yasayên tiryakê yên tund tê nasîn, bû yekem welatê Asyaya Başûr-rojhilatê ku di sala 2022-an de hilberîn û bazirganiya marijuanayê bi yasayê pesend kiribû.
Serokwezîrê Taylandê Srettha Thavisin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got: “Ez ji Wezareta Tenduristiyê daxwaz dikim ku ji bo esrar ji nû ve bikeve lîsta bûjenên tiryak ên qedexe û tenê ji bo pêwîstiyên nûjdariyê destûr bê dayîn, pêşnûmayekê amade bike.
Di van du salên dawî de li Taylandê, di hilberandin û bazirganiya esrarê de zêdebûneke li ber çav heye û bi deh hezaran karsazî ketine nav vî karî.
Dihate pêşbînîkirin ku heya 2025an pîşesaziya kerta esrarê bigihîje 1,2 mîlyar dolarî, lê belê piştî vê banga serokwezîr Thavisin, fikar têne kirin ku biryara hikûmetê bandoreke neyînî li aboriya welat bike.
Li Taylandê, di 2018an de bikaranîna esrarê ya ji bo armancên dermankirinê û di 2022yan de jî bikaranîna wê ya ji bo şahiyan hate serbestkirin.
Lê belê, gelek aliyan radigihandin ku ev biryar bi lez hatine dayîn û di derbarê rêgez û rêziknameyê de tevliheviyek grîng derxistiye holê.