TR KU SO
FB X
Cîhan

Tayvan: Li dora gravê, bi dehan balafir û kestiyên ser hatin dîtin

Ruken güler
Nivîskar
📅 07 mijdar 2022 05:00

 

PeyamaKurd- Rayedarên Wezareta Berevaniya Tayvanê ragihand ku îro di nav rojê de li derdora gravê bi dehan balafirên şer, drone û keştî hatine dîtin.

Di daxuyaniya nivîskî ya wezaretê de hat ragihandin ku îro li derdora gravê 44 balafirên şer, 2 dronên leşkerî û 4 keştiyên şer ên ku hemû aîdê Çînê bûne, hatine dîtin. Di hûrgiliyên daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku 15 ji van balafiran û 2 drone, ber bi rojhilatê xeta derya û asîmanî ya qadên sînorkirî yên Tayvanê û 4 balafir jî ber bi Herêma Berevaniya Asîmanî ya Tayvanê (ADIZ) ve firiyane.

Her wiha hat diyarkirin ku piştî serdana Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosî ya li Tayvanê, çalakiyên leşkerî yên Çînê yên ku Avtenga Tayvanê vediqetîne, zêde bûne.

Serdana Pelosî ya ku piştî 25 salan li gravê hatibû kirin, rastî bertekên Çînê hatibû ku gravê wekî parçeyek axa xwe dibîne.

Parve bike: