Cîhan
Trump: Li nêzîk derziya corona vîrusê derdikeve piyasê
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump di vegera serdana xweya Hindistanê de ragihand, “Li demeke nêzîk derziya dermanê coronavirusê derdikeve piyasê.”
Trump di daxuyaniyên xwe de got ku ew pê kêfxweş e ku vîrusa koronayê li welatê wî Amerîkayê belav nebûye û wiha axivî: “Em gelekî bi siûd in û dihizirim ku dê wiha be jî. Di vê qonaxê de li Hindistanê kêşeyeke zêde ya vîrusa koronayê nîne.”
Trump di berdewamê de got, “Bi texmîna min dê ev kêşe ji holê rabe” û wiha pê de çû: “Wê li demeke nêzîk derziya coronavirusê derkeve piyasê.”