Ukrayna: Artêsa Rus, wendahiyên giran dide
PeyamaKurd- Ji aliyê Sererkaniya Ukraynayê ve di derbarê şerê navbera Rusya û Ukraynayê de daxuyaniyek hat dayîn û bi rêya daxuyaniyê hat ragihandin ku artêşa Rus, wendahiyên giran dide.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku leşkerên Rusyayê, 4 êrîşên moşekî birine ser bajarê Kramatorskê yê herêma Donetskê ku 2 ji wan li binesaziya sivîlan ketine.
Hat eşkerekirin ku artêşa Rusyayê 5 êrîşên dîn ên asîmanî pêk hanîne û wiha hat gotin:
“Li herêmên Xerson û Mikolaivê, zêdetirî 70 êrîş li dijî navendên sivîlan ên li herêmên Xerson û Mikolaivê, bi gelek pergalên roketavêjan pêk hatin. Di encama êrîşên dijmin de sivîl mirin û birîndar bûn. Dijmin li ser xeta Port, Baxmut, Avdiyivka û Novopavlivkayê bi derbeyên giran êrîş berdewam dike.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên çekdar ên Ukraynayê, êrîşên Rusyayê yên li dijî mezrayên Stelmahivka, Nevske, Bilogorivka yên herêma Luhansk, Mykolayivka, Krasnaya Gora, Paraskoviivka, Bahmut, Ivanivske û Kurdyumivka yên herêma Donetskê pûç kirine.
Hat destnîşankirin ku Terni, Makiivka, Chervonopopivka, Dibrova û Torske yên herêma Lûhanskê di rêya benderê de hatine derbkirin, wiha hat gotin: "Spirne, Bilogorivka, Paraskoviivka, Vesele û Ivanivske yên herêma Donetskê ji ber tesîrê bandor bûne."
Ji aliyê din ve hat diyarkirin ku hêzên asîmanî yên Ukraynayê, di roja dawî de 4 caran li herêmên ku hêzên Rusyayê lê kom bûne xistine û balafira bêmirov a bi tîpa "Merlin" a Rusyayê, hatiye jinavbirin.