TR KU SO
FB X
Cîhan

Vînca apartmanê qelibî û 5 karker mirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 31 berfanbar 2022 02:02

PeyamaKurd – Li Bornova ya Îzmîrê di înşaata otelekî de vînca avahiyê qelibî û di encamê de 5 karkler jiyana xwe ji dest dan û 2 karkler jî birîndar bûn. Karker li nav baxçê avahiyê di nav konteynirekî de diman û vinç ket ser konteynirê lewra 5 karker jiyana xwe ji dest dan. Parêzgerê bajarê Îzmîrê Yavuz Selim Köşger di ser hesabê xwe yê medya civakî de bûyerê weha ragihand:

“Di wexta bilindkirina vîncê de, vînç ketiye û 5 karkerên me jiyana xwe ji dest dane. 2 jî birîndarên me hene. Xwedê sebrê bide.”

Li gor ragihandina qeymeqamê Bornovayê; di wexta xebatê de vinç qetiyaye û encamekî weha çêbûye. Nasnama karkeran nehat ragihandin lê piraniya karkeran ji bakûrê Kurdistanê diçin wan deveran dixebitin da debara mala xwe bikin.

Parve bike: