Cîhan
Wezîra Berevaniya Almanyayê: Em ê sîstema berevaniya esmanî bidin Ukraynayê
PeyamaKurd – Wezîra Berevaniya Almanyayê Christine Lambrecht îro diyar kir ku ew ê sîstema berevaniya esmanî bidin Ukraynayê.
Li gor Lambrecht eşkere kir, ew ê sîstema IRIS-T SLM bidin Kîevê ku ew sîstem çar parçe ne û parçeya pêşîn wê heta çend rojan li Ukrayna be.
Herwiha da zanîn, ji ber êrîşên moşekî yên dawî yên Rûsî divê ew wê sîstemê demildest bişînin Ukrayna û berevaniya sîvîlan xurt bikin.
Hat ragihandin ku Rûsya îro Duşemê bi moşekan êrîşî ser hejmareke bajarên Ukraynî kir.