Cîhan
Wezîrekî din ê Tirkiyê Kurdbûna xwe eskere kir
PeyamaKurd - Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê yê Tirkiyê Ahmet Arslan, eşkere kir ku ew Kurd e.
Arslan bo medyaya Tirkiyê diyar kir ku "wek welatiyekî ku bi eslê xwe Kurd e dibêje heger Tirkiye nebûya îro li Iraq û Sûriyeyê bi milyonan Kurd hatibûn kuştin."
Arslan ji Kurdên Qersê ye û ev 2 heyam in wezîrtiyê dike.
Berê jî Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim eşkere kiribû ku bi eslê xwe Kurd e. Wek din Erdogan ragihandibû ku Bekir Bozdag Kurd e.