Cîhan
Zelenskiy ji bo Lutkeya G20an hat vexwendin
PeyamaKurd – Di demeke ku di roja 63yemîn de êrîşên artêşa Rûsyayê yên li ser Ukraynayê berdewam dikin de, Serokê Ukrayna Volodimir Zelenskiy ji bo Lutkeya G20an a ku li Endonezyayê tê lidarxistin hat vexwendin.
Serokê Endonezya Joko Widodo li ser medya civakî ragihand ku wî ligel Zelenskiy pêwendiyeke telefonî pêk aniye û bo beşdarîkirina Lutkeya G20an vexwendiye.
Zelenskiy jî derbarê vexwendinê de got: “Min di serî de ji bo helwesta wan a zelal li Neteweyên Yekbûyî bo Ukraynayê spasiya wan kir. Em li ser ewlekariya xurekan axiv3in. Ji bo vexwendina G20an spasdar im.”
Lutkeya G20an a welatên xwedî aboriyên mezin li cîhanê îsal di meha Mijdarê de li Girava Balî ya Endonezyayê birêve diçe.