TR KU SO
FB X
Kurdistan

Amerîkayê li Mexmûrê 100 top bi ser DAISê de barandin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 26 tebax 2019 20:04

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên Amerîkayê li nehiya Qerac a Mexmûrê binkeyên DAIŞê yên li wê deverê kiriye armanc û topbaran kiriye.

Hat zanîn ku piştî tesbîtkirina tevgerên DAIŞê li derdora gundên Qeregosk û Geraw ên li sînorê nehiyeya Qeracê û li binarê şikeftan, hêzên Amerîkayê hêzên Iraqê ji vekişandina nav Mexmûrê û hedefên DAIŞê topbaran kirine.

Hat diyarkirin ku di êrîşa doh ya bi ser DAIŞê bi qasî 100 topên Amerîkî li herêmê ketine.

Fermandarê hêzên Pêşmerge li Mexmûrê Sirûd Salih ji medya Kurdistanê re ragihandiye ku li Qeracê DAIŞ heye û tevgera wê pir zêde bûye û artêşa Iraqê jî ew navçe bicih hiştiye.

Qerac di navbera Zab û Hewîce de ye ku ew navçe gelek metirsîdar in û yekem car e Amerîka wê navçeyê topbaran dike.

Parve bike: