Kurdistan
Bi erebê li kesên ber marketê xist: 8 birîndar
PeyamaKurd – Li nava bajarê Rihayê ajotvanê bi navê Cengiz Balay ê ku ereba xwe diajot, ereba wî ji kontrola wî derket û li ber marketekî kesên ku xwarina xwe danîbûn ser masê da bixwun, li wan xist û di encamê de 8 kes birîndar bûn. Ajotvan bi xwe jî birîndar bû.
Qeza ber destê êvarê li ser rêya Riha-Diyarbekirê çêbû. Kesên qezayê dîtin telefonê dan polîs û tîmên tenduristiyê. Kesên birîndar bûn yên bi navên Cengiz Balay ku ajotvanê erebê bû û Süleyman Kılıç, Mustafa Çiftçi, Mehmet Tatar, Ramazan Kısak, İrfan Fahri Coşkun, Ahmet Coşkun û Hasan Çoşkun birin nexweşxaneyên cuda yên nava bajêr.
Polîs lêpirsîna xwe dewam dike.