TR KU SO
FB X
Kurdistan

Birîndarê roketê yê li Gurbûlakê koça dawî kir

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 04 adar 2020 02:12

PeyamaKurd- Rojek berê li bajarê Agiriyê li navçeya Bazîdê li gumrika ser sînorê Îranê ya bi navê Gurbûlakê bi roketê êrîşekî hatibû kirin û di encamê de kesê ku birîndar bû bû yê bi navê Özgür Kavastan bi helîkopterê biribûn bajarê Erzeromê nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê. Kavastanê 29 salî îro jiyana xwe ji dest da. Tevî Kavastan jimara miriyan bû 2 kes. Di mijarê de parêzgeriya bajarê Erzeromê mijarê weha ragihand:

“Duhî li bajarê Agiriyê li navçeya Bazîdê li rêvebiriya gumrikê ya Gurbûlakê rêxistina terorê êrîşê biribûn ser alaveka zirxî ya gumrikê û xebatkarê bi navê Özgür Kavastan bi giranî birîndar bû. Kavastanê ku di sala 1991an de li navçeya Mut ê ya bi ser Mersinê de hatiye dinyayê, ew çend mudaxeleya tenduristiyê bo wî hat kirin jî, jiyana xwe ji dest da.”

Parve bike: