Kurdistan
Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive
PeyamaKurd - Bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro 26ê Nîsana 2023an dicive.
Fermangeha Medya û Zanyariyan bi daxuyaniyekê diyar kir, di civînê de çend mijar tên gotûbêjkirin; xala yekem taybet dibe bi pêşkêşkirina encamên serdana tîma Encûmena Wezîran bo Cîgirê Serokwezîr.
Di xala duyem de proseya wergirtina genimê îsal yê cotkaran ji aliyê Wezareta Bazirganî ya Iraqê ve tê pêşkêşkirin.
Xala sêyem û dawî jî taybet dibe bi pêşkêşkirina projeyasaya karkirin û sererastkirina yasaya rêkxistina karê ewlehiyê yê Iraqê.