TR KU SO
FB X
Kurdistan

Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro dicive

Leyla Denli
Nivîskar
📅 22 mijdar 2023 16:29

PeyamaKurd – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê, îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî dicive.

Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyan îro 22ê Mijdarê diyar kir, Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê îro bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî dicive.

Hat ragihandin, di xala yekem a civînê de, Encûmena Xizmetguzariya Giştî wê raportekê li ser mîlakê giştî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û encamên proseya kontrolkirina hevbeş a her du dîwana çavdêriya darayî yên federal û Herêmê pêşkêş bike.

Herwiha xala duyem a civînê jî wê taybet bi pêşkêşkirina protokola civîna hevbeş a Wezîrê Dad, Wezîrê Karûbarên Parlamentoyê û Serokê Encûmena Şêwirê ya Herêma Kurdistanê, ji bo diyarkirina çarçoveya yasayî ya yasa û biryarên Parlamentoya Kurdistanê yên ku piştî 6ê Mijdarê ketine warê cibicîkirinê be.

Herî dawî hat eşkerekirin, di xala sêyem û ya dawî de du mijar derbarê cîbicîkirina xal û madeyên yasaya çaksaziyê tên pêşkêşkirin ku pêşniyara wê hatiye kirin li ser rasperdeya ofîsa Serokwezîr hatine pêşniyar kirin ku ji Encûmena Wezîran re bên şandin.

Parve bike: