Kurdistan
Hefteya pêsiya me sanda Kurdistanê serdana Bexdayê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hefteya pêşiya me şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlaman ragihand, şanda Kurdistanê hefteya pêşiya me serdana Bexdayê dike û wê li ser yasaya budçeya 2021ê hevdîtinan pêk bîne.
Hemlan diyar kir ku wê di hevdîtinan de bicihanîna yasaya budçeyê û heqê darayî yê Kurdistanê were gotûbêjkirin.
Rêbaz Hemlan da zanîn ku ji ber neşandina budçeya para Kurdistanê û got, mûçeyên karmendên Kurdistanê ji dahatên navxweyî yên petrol, bac, gumrik û deriyên sînoran tê dayîn.
Hemlan da zanîn ku heger Iraq heqê Kurdistanê bişîne wê bikarin bi hêsanî mûçeyan bidin.