TR KU SO
FB X
Kurdistan

Hêzên rejîma Îranê 3 xwendekarên Kurd desteser kirin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 05 cotmeh 2022 15:05

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, xwepêşandanên dijî rejîmê di roja 18emîn de berdewam dikin û di vê çarçoveyê de jî do li zanîngeha Razî ya li Kirmaşanê xwepêşandaneke mezin li dijî rejîmê hat lidarxistin û di encamê de gelek xwendekar hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan, hêzên rejîmê di xwepêşandanê de êrîşî ser xwendekarên zanîngeha Razî kirin û gelek Xwendekarên vê zanîngehê jî hatine girtin û sê ji xwendekarên girtî yên vê zanîngehê Kurd in.

Hat zanîn ku heta niha çarenivîsa xwendekarên girtî ne diyar e.

Parve bike: