TR KU SO
FB X
Kurdistan

IYI Parti: Wê berpirsên Roboskiyê bên darizandin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 29 berfanbar 2022 03:57

PeyamaKurd – Cîgirê seroka İYİ Partiyê Salim Ensarioğlu li ser salvegera komkujiya Rosboskiyê ku tê de 34 Kurd hatibûn kuştin, di ser hesabê xwe yê medya civakî de li ser mijarê peyamekî belav kir. Ensarioğlu di peyama xwe de weha got:

“Di sûcên li hemberê mirovahiyê hatine kirin de zeman tineye. Divê berpirsên bûyerê derên ber erka darazê û hesab bidin. Ez wan kesên bûne sedema bûyerê şermezar dikim. Li Qilaba di encama bûyera Roboskiyê de 19 ji wan zarok 34 hemwelatiyên me can dan. Ji wan re ji Xwedê rehmetê dixwazim û ji malbatên wan re sersaxiyê û sebrê dixwazim. Ev birîn 12 sale wijdana civakê birîndar kiriye. Nederxistina berpirsan ya ber dadgehê dibe sedema ku hemwelatiyên me baweriya xwe li hemberê dewletê û edaletê wenda dike.

Eger rojekî zûtir berpirsan derxin ber edaletê, wê piçekî dilê xelkê rihet bike. Egera rêvebirina dewletê jî ev e. Dewlet baqî û rêvebir demkî ne. Bi xeta û berpirsiyariyên xwe ve, divê li ber darazê hesab bidin. Nasname û raman çi dibe bila bibe, divê dewlet xwe nîşan bide ku li cem xelkêye. Ez kesên bûne sedema komkujiya Roboskiyê şermezar dikim û li wan lanetê dibarînim.”

Parve bike: