TR KU SO
FB X
Kurdistan

Ji pasde li TIR a parkkirî xist û ajotvan mir

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 01 rêbendan 2022 22:17

PeyamaKurd – Li Bazîda Rojhilat erebeya bazirganî ji pare li TIR a ku parkkirî bû xist û ajotvanê erebê can da û Mustafa Kandemir birîndar bû. Ajotvan Ahmet Kandemir qezayê li ser rêya Bazîd-Îranê kir.

Tîmên îtfaiyê û polîs li ciyê bûyera qezayê her dû birîndaran ji alavê derxistin. Wan birin nexweşxana Agiriyê ya Perwerdê û Lêkolînê. Li nexweşxanê Ahmet Kandemir jiyana xwe ji dest da.

Cenazê Kandemir ji  nexweşxanê birin Bazîdê û li wê derê defin kirin.

Parve bike: