TR KU SO
FB X
Kurdistan

Kerkûk | Vesargeheke DAISê hat wêrankirin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 22 cotmeh 2022 14:03

PeyamaKurd – Veşargeheke rêxistina terorîst a DAIŞê li sînorê parêgeha Kerkûkê, ji aliyê hêzên esmanî yên Iraqê ve hat wêrankirin.

Li gor Berdevkê Fermandariya Hêzên Çekdar ên Iraqê Yehya Resûl ji ajansa fermî ya Iraqê re diyar kiriye, balafirên şer ên hêzên esmanî yên Iraqê, gelek bi hûrgilî veşargeheke çekdarên DAIŞê li sînorê parêzgeha Kerkûkê wêran kir.

Herwiha Yehya Resûl da zanîn, ev helmet di çarçoveya bidestxistina wan zanyariyan de bû ku şaneya îstixbaratê ya li Rêveberiya Îstixbarata Serbazî bi hevahengiya Fermandariya Operasyonan a Kerkûkê hatine komkirin.

Parve bike: