Kurdistan
Li Batmanê bo 15 rojan qedexe hat ragihandin
PeyamaKurd – Parêzgariya Batmanê hemû çalakî û daxuyaniyên cemawerî yên ji xeynî çalakiyên saziyên fermî bo 15 rojan qedexe kir.
Parêzgariyê ragihand, di navbera 15 û 29ê Tîrmehê de, beşek çalakiyên wekî civîn, merasîm, şahî û vekirina standan dê bi destûra fermî bin û li dorûbera girtîgehan jî her cure çalakî hatine qedexekirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku sedema ragihandina qedexeyê dabînkirina ewlekariya milî û giştî, rêgiriya tawanan û ji bo parastina maf û azadiyan parastina asayîşa giştî ye ku mebest rêgiriya çalakiyên tundiyê ye.