Cîhan
Li Bedlîs û navçeyên wê 3 rojan qedexe hat ragihandin
PeyamaKurd – Parêzgariya Bedlîsê ragihand ku li tevahiya navçeyê meş, xwepêşandan û çalakî ji bo 3 rojan hatin qedexekirin.
Hat ragihandin ku li Bedlîsê 3 rojan çalakî û çalakiyên weke meş, civînên li derve û daxuyaniyên çapemeniyê hatin qedexekirin.
Li Tirkiyeyê DEM Partî, DBP û gelek sazî û rêxistinên sivîl ji bo balê bikşînin ser rewşa Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li bajarên herêmê dimeşin.