TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Diyarbekir 2 sivan bi sîlihan birîndar bûn

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 18 adar 2023 05:15

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Diyarbekirê li navça Çêrmûgê li gundê Yabanardıyê, di wexta ku 2 şivan heywanên xwe diçêrandin, bi sîlihên ku nizanin ji ku de li wan xistin, birîndar bûn. Kesên birîndar bûn, yên bi navên Fatih (25) û İsmail Öztürk (19), gotin ku ew nizanin ji kîjan aliyê de bi sîlihan bera wan dane.

Li ser gilî kirinê; tîmên cendirmeyan û tenduristiyê çûne ciyê bûyerê. Birîndaran bi ambûlansan birine nexweşxana Sêweregê. Li ser bûyerê cendirme lêpirsînê daye destpêkirin û ji bo desteserkirina gumanbaran xebatên wan dewam dikin.

Parve bike: