TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Erxeniyê qeza çêbû: 1 mirî û 6 birîndar

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 13 rêbendan 2021 02:39

PeyamaKurd – Li navçeya Erxeniyê ya bi ser bajarê Diyarbekirê, li ser rêya Pîranê, li ber baregeha asayîşa navçeya Erxeniyê du erebe lihev ketin.

Di qezayê de Necmettin Akdemir (55) li ciyê qezayê can da. Tîmên lezgîn yên 112 an yên tenduristiyê her 6 kesên birîndar bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya navçeya Erxeniyê. Navên birîndaran heya niha nehatiye ragihandin.

Parve bike: