TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Licê operasyoneke leskerî hat destpêkirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 31 tîrmeh 2022 21:35

PeyamaKurd – Li navçeya Licê ya bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê, di çarçoveya operasyonên berdewam ên dijî PKKê de, operasyoneke nû ya leşkerî hat destpêkirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê eşkere kir, artêşa Tirk îro 31ê Tîrmehê li gundên Sîsê û Derxust ên girêdayî navçeya Licê bi hinceta hebûna endamên PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi navê  Eren Dorpêç-28 kir.

Hat diyarkirin ku ew operasyon bi beşdariya 62 tîmên ji hezar û 21 leşker û  cerdevanan pêk tê, hatiye destpêkirin.

Ni bi navên operasyonên “Eren” li navçeyên cuda yên sînorê parêzgehên Diyarbekir, Mêrdîn, Dêrsim, Şirnex, Colemêrg, Agirî, Bedlîs, Îdir, Qers, Erdexan û çend deverên din ên Bakurê Kurdistanê operasyonên leşkerî berdewam dikin.

Parve bike: