TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Meres û Meletiyê erdhej çêbûn

Leyla Denli
Nivîskar
📅 01 hezîran 2023 13:37

PeyamaKurd Li bajarên Mereş û Meletiyê du erdhej çêbûn.

Li gor Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez li Tirkiyê (AFAD) ragihand, li parêzgehên Mereş û Meletiyê yên Bakurê Kurdistanê du erdhej çêbûne.

AFADê diyar kir, do bi şev li navçeya Şîro ya ser bi Meletiyê ve di saet 22.46an de bi hêza  3.5 pileyê Rîxterê erdhejek çêbûye.

AFADê herwiha ragihandiye ku erdhej di kûrahiya 7.42 kîlometriya erdê de çêbûye.

Îro serê sibê di saet 05:50an de erdhejek jî li navçeya Goksun a Mereşê çêbûye.

Li gor AFADê, erdheja li Goksunê bi hêza 3 pileyên Rîxter û di kûrahiya 5 kîlometriya erdê de bûye

Parve bike: