Kurdistan
Li sê bajaran operasyona leskerî hat destpêkirin
PeyamaKurd - Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku li herêmên Wan, Şirnex û Colemêrgê bi beşdariya hêzên cendirme, polîs û cerdevanan li dijî PKKê operasyon hatiye destpêkirin.
Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, ji doh de li herêmên Wan, Colemêrg û Şirnex yên Bakûrê Kurdistanê li dijî PKKê operasyonek bi navê “Operasyona Kiran” hatiye destpêkirin.
Wezaretê da zanîn, di operasyonê de hêzên cendirme, polîsên taybet û cerdevan beşdar in û fermandarên giştî yên wan hêzan jî tevlî operasyonê bûne.
Hat diyarkirin ku dê ew operasyon heta paqijkirina wan deveran ji “endamên rêxistina terorê” berdewam bike.