Kurdistan
Li Wanê erdhejeke bihêz çêbû
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê erdhejeke bihêz rû da.
Çavdêrxaneya Kandillîyê ragihand ku îro 7ê Adarê li demjimêr 15:49 xulekan li devera Adakli ya navçeya Bêgirê ya parêzgeha Wanê bi tundiya pileya 4,2 erdhejek çêbû. Li gorî Kandilliyê kûrahiya erdhejê ji zemînê 5 kîlometre bû.
Li gorî amarên AFADê jî navenda erdhejê navçeya Erdîşê ya Wanê ye û pileya wê 3,6 e. AFADê kûrahiya erdhejê ji zemînê jî wekî 10,3 km pîva ye.
Heta ev nûçe dihat amadekirin derbarê ziyanên erdhejê de ti agahî nehatibûn.