Cîhan
Li Behra Spî erdhejeke bihêz çêbû
PeyamaKurd – Li nav Deryaya Spî dorûbera girava Girîtê li demjimêr 07:01ê erdhejeke bi tundiya 5.0 çêbû.
Li gorî ragihandina Serokatiya Rewşên Lezgîn û Karesatan AFADê îro 21ê Tîrmehê beyaniyê li demjimêr 07:01 xulekan li dorûbera girava Girît a Deryaya Spî bi pileya 5.0 erdhejekê rû da.
Çavdêrxaneya Enstîtuya Erdhejan a Zanîngeha Bogaziçi Kandilliyê jî pileya erdheja Behra Spî wekî 5.1 tomar kir.
Şevê din jî li nav Deryaya Spî bi pileya 4.2yan erdhej çêbûbû.