TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Wanê operasyon: 10 kes hatin binçavkirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 10 rêbendan 2019 21:43

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li navçeya Miksê (Saray) a bajarê Wanê di encama operasyoneke cendermeyan de 10 kes bi gumana PKKê hatine binçavkirin.

Li gor ragihandina parêzgariya Wanê, di encama operasyona dijî endamên PKKê de, bi sedema ku bi navê bacê pere ji xelkê standine û xebatên endambûnê kirine 10 kesên gumanbar hatine binçavkirin.

Di daşuyaniyê de hat gotin ku di encama operasyona navborî de, çend telefonên destan, kamera, komputer û hinek dokument hatine desteserkirin.

Parve bike: