TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Zankoya Raperîn bikaranîna maskeyan bû neçarî

Leyla Denli
Nivîskar
📅 19 cotmeh 2021 14:57

PeyamaKurd – Li Zankoya Raperîn a Herêma Kurdistanê, ji ber zêdebûna vîrusa Koronayê bikararnîna maskê bû neçarî.

Li gorî amarên fermî, ev çend roj in li devera Raperîn rêjeya pêketina bi Koronayê zêde bûye, ji ber wê jî tedbîrên tenduristiyê hatine tundkirin.

Zankoya Raperîn li bajarê Ranya (navenda devera Raperîn) ji ber zêdebûna Koronayê bikaranîna maskê, ji bo xwendekaran kir neçarî.

Serokatiya zankoya Raperîn daxwaz ji hemû xwendekar, karmend û mamostayên zankoyê kiriye maskê bikar bînin, yên maska bi kar nehîne, wê rê neyê dayîn derbasî nav zankoyê bibe.

Parve bike: