Kurdistan
Maseya Krîzê ya Rojava: Ji Lubnanê 19 hezar û 703 kes gihîstine herêmê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji ber şerê Îsraîl-Hizbullahê heta niha ji Lubnanê 19 hezar û 703 koçber gihîştine deverên kontrola Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê.
Maseya krîzê ya karûbarên mexdûrên şerê Lubnanê ku demek berê hatibû avakirin ragihand ku heta niha 19 hezar û 703 kes ji Lubnanê hatine herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
Hate diyarkirin ku di nava wan de 74 lubnanî û 19 jî cenaze hene.