TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mînîbusa karkiran wergeriya: 1 can da û 11 birîndar bûn

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 28 cotmeh 2020 03:33

PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navçeya Ceylanpinarê mînîbusa ku karkirên zîraetê hildigirt wergeriya û di encamê de 1 karkir wefat kir û 11 karkir birîndar bûn. Qeza li ser rêya Ceylanpinar-Akçakale çêbû. Mînîbus ji ser rê derketi

Di qezayê de 12 birîndar ji aliyê tîmên tenduristiyê de birin nexweşxaneya dewletê ya Ceylanpinarê. Ji birîndaran halê Hedra Şûveg xedar bû û li nexweşxanê can da. Tedawiya birîndarên din dewam dike.

Parve bike: