Kurdistan
Nêçîrvan Barzanî wê Tirkiyê ziyaret bike!
PeyamaKurd- Wekîlê AKPê yê Amedê Mehdi Eker got ku Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wê Tirkiyê ziyaret bike.
Duh Wekîlê AKPê yê Amedê Mehdi Eker li Kurdistanê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ziyaret kir. Piştî hevdîtinê Mehdi Eker daxuyaniyek da û wiha got: “Hevdîtina me ji bo her du aliyan pir baş derbas bû. Heke qebûl bike, Barzanî jî wê Tirkiyê ziyaret bike. Pêwendiyên me û Herêma Kurdistanê pir baş in. Gelek karsazên me li vê herêmê dixebitin. Em dixwazin pêwendiyên xwe baştir bikin. Ji ber ku Hukûmeta Kurdistanê xebatên “Maarif Vakfi” destek dike, ez spasiya wan dikim.”