TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK û YNK di çarçova rêkeftina siyasî da kar dikin

📅 25 adar 2019 01:12

PeyamaKurd  - Îro şanda Partîya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Pîrmamê ya ser bi Hewlêrê ve civîyan û pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê guftûgo kir.

Piştî civînê PDK û YNKê daxuyanîyek belav kir û tê de her du aliyan tekezî li ser serxistina danûstandin û guftûgoyên pêkanîna hikûmetê kir û di vê hefteyê de careke din dicivin.

Tekezî li wê jî hate kirin, di çarçova rêkeftina siyasî ya di navbera wan de ya di 4ê adarê de hatîye îmzekirin, dest bi guftûgoyên cidî û berhemdar bikin. Di civîna îro de jî hûrgilîyên karê hevbeş hatin guftûgokirin û gavên baş hatin avêtin.

Şanda PDKê ji Kemal Kerkûkî, Kakemîn Necar, Elî Husên, Hêmin Hewramî, Elî Ewnî, Ferset Sofî, Dilşad Şihab pêk hatibû. Şanda YNKê jî ji Îmad Ehmed, Refet Ebdula, Şalaw Kusret, Lahor Şêx Cengî, Ednan Heme Mîne û Letîf Şêx Omer pêk hatibû.

 

Parve bike: