Kurdistan
Perwerdeya Iraqê: Wê di hefteyê de çar rojan perwerde hebe
PeyamaKurd – Wezareta Perwerdeya Iraqê, li ser destpêkirina proseya perwerdeyê ya sala nû daxuyaniyek belav kir û diyar kir, wê di hefteyê de, çar rojan perwerde hebe.
Wezareta Perwerdea Iraqê eşkere kir, wê perwerdeya sala 2021-2022 di meha dahatû de destpê bike û wê hefteyê 4 rojan xwendekar biçin dibistanê û rojên di wê pişû bin.
Herwiha wezaretê hemû rêveberiyên perwerdeyê erkdar kiriye mekanizmaya xwendina sala nû rêkbixin û amadekariyên perwerdeya sala nû bikin.
Ji ber Koronayê û proseya hilbijartinê, proseya xwendinê li Iraqê gelekî bi dereng ketiye.
Ev yek di demekê de ye, li Herêma Kurdistanê proseya xwendinê bi rêgiriyên Koronayê, di 14ê Îlonê de destpê kiriye.