Kurdistan
Rejîma Îranê îro girtiyekî Kurd îdam kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro beyaniyê girtiyekî kurd li girtîgeha navendî ya bajarê Ûrmiyê hatiye bidarvekirin.
Malpera Hengaw a mafên mirovan ragihand ku îro danê sibê girtiyekî kurd bi navê Emîr Mihemedpûr li girtîgeha navendî ya Ûrmiyê hatiye bidarvekirin.
Hat diyarkirin ku ew welatiyê Kurd ê ji Bokan a Rojhilatê Kurdistanê çend sal berê bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin û bi sizayê îdamê hatibû mehkûmkirin.
Rejîma Îranê ciwanên Kurd bi tohmetên cûda cûda bidarve dike ku bêhtirî kesên bi doza Kurd re mijul in dibe ber sêdaran.